Şer, li gundê Bleydera ku girêdayê navenda Êlihê ye pêk hat.

Li gorî îddîayan, di navbera du malbatan de ji ber lihevnekirina erdan nîqaş derket.

Nîqaş, di demeke kurt de ji şerê çekdar re guherî.

Di encama şerê ku pêk hat de A. G. (42) û İ. G. (39) birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

A.G.yê birîndaran li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da, hat hînbûn ku tedawîya Î.G. yê ku giran birîndar e berdewam dike. (ÎLKHA)