Qeza, li alîyê Gelemena ser rêya Semsûn-Ordûyê pêk hat.

Mînîbûsa ku di bin îdareya S.S. de bû, ji ber ku lastîka wî ya alîyê çepê teqîya qelibî.

Di encama qezayê de, 15 kesên ku di mînîbûsê de bûn birîndar bûn.

Mirovên birîndar, ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyên bajar re hatin rakirin.

Hat hînbûn rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)