Li gorî daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Dîyarbekirê ve hat belavkirin, li gundên Misirf û Yalazaya Licê operasyona tiryakê hat lidarxistin.

Di operasyonê de, 715 kîlo û 500 gram esrara toz, 1 ton û 405 kîlo û 500 gram esrara kubar hatin bidestxistin.

Hat îfadekirin ku di encama operasyonê de 12 milyon û 759 hezar û 450 kok kenewîr  û 755 hezar û 100 kok esrara skunkê jî hatîye îmhekirin. (ÎLKHA)