Wezîrê Tenduristî ya Lîbyayê Osman Abdulcelîl, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku li Dernaya ku ji lehîyê herî zêde zerarê dîtîye ye nexweşîna şobê tineye.

Xeyn ji vêya rayedarên welat, agahîya ku ekîbên lêgerîn û xelaskirinê ji Dernayê derketine jî derewand. Rayedaran, got ku niha 14 komên ekîbên lêgerînê ya Lîbyayî û biyanî dixebitin.

Berê jî hatibû îddîakirin ku ekîban ji ber rewşa zor û zehmet plan dikin ku ji Dernayê derkevin. (ÎLKHA)