Di peyamê de weha hat gotin, "Em ji ber bûyera li Balafirgeha Erbetê dilgiran in. Divê aliyên peywendîdar lêkolîneke berfireh li ser sedemê vê bûyerê bikin û di zûtirîn dem de rastiyan eşkere bikin."

Barzanî di dawîya axavtina xwe de weha got: “Em her binpêkirina serweriya Kurdistanê û Iraqê û hemû kiryarên neyasayî yên ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê têk bibin, şermezar dikin.” (ÎLKHA)