Lazimatîya xwendekarên ku di Medreseya Ummu Hatun Mumînin de perwerdehî dibînin ji teref Karwana Hêvîyê ve hat temînkirin.

Hat destnîşankirin ku di medreseyê de ji 350 xwenkedarên êtîm û sêwî yên qîzîn re amûrên qirtasîyeyê hat belavkirin.

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran, derheqê xebatê de agahîyan da û weha got, “Em di roja xwe ya duyemîn a li Efxenistanê de li medreseyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin. Em wek Karwana Hêvîyê, di çarçoveya projeya qirtasîyeyê de ji bo sala hînkirin û perwerdehîya 2023-2024an, amûrên qirtasîyeyê yên ku xêrxwazên me dane me li Efxenistanê di medreseyan de ji xwendekarên qîzîn re belav dikin. Xwedê ji xêrxwazên me yên ku alîkarîyê kirine razî bibe.” (ÎLKHA)