Qeza, di seatên serê sibehê de li çarrêya Eyyûbîyeya ser rêya Riha-Wêranşarê pêk hat.

Li gorî îddîayan, du wesayîtên ku bi rê ve diçûn li hev qelibîn.

Welatîyên ku qezayê dîtin ji ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê re xeberê şîyandin. Ekîbên ku li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re hatin sewqkirin, 6 kesên ku di nav wesayîtê de asê mabûn xelas kirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Wêranşarê re hatin rakirin.

Pîrekek yek ji birîndaran li nexweşxaneyê digel tamamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî jî giran e.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)