Şênîyên Cihûyî, di bin parstina leşkerên îşxalkeran de êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin.

Filistînîyên ku ji êrîşan re astengîyê derxistin dûçarê êrîşî Cihûyîyan bûn.

Di encama êrîşên ku bi guleyên rastî û plastîkî ve hatin kirin de 5 Filistînî birîndar bûn. Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat belavkirin, di encama midexeleya rejima îşxalkeran de 5 Filistînî ji cîhên cuda birîndar bûn.

Hat diyarkirin du endamên çapemenîyê jî di êrîşê de birîndar bûn. (ÎLKHA)