Serokkomar Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahinur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacîr, Serokê Giştî yê MÎTê Îbrahîm Kalin, Midûrê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serekê Şêwirmendê Balyoz Akîf Çagatay Kiliç, , Bîneratiya Giştî ya AK Partiyê Omer Çelîk û hin rayedar jî hatin Emrîqayê.
Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Emrîqayê de wê beşdarî Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî bibe.
Serokomar Erdogan dê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku dê di bin temaya "Vegerandina Baweriyê û Vejîna Hevgirtina Cîhanê: Lezkirina Tevgerên Berbi Rojeva 2030an û Armancên Pêşketina Berdewam, Ber bi Aştî, Refah, Pêşveçûn û Berdewamiya Herkesî"
Tê texmînkirin ku Serokkomar Erdogan di 20ê îlonê da têkiliyên xwe yên bi Emrîqayê ra temam bike. (ÎLKHA)