Alîkarê Wezîrê Enformasyon ya Somalîyê Abdirahman Yusuf el-Adala, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku artêşa wan, li wîlayeta Galmudugê lidijî rêxistina el-Şebabê operasyonê lidarxistin.

El-Adala ragihand di encama operasyona ku du roj berdewam kir de herî kêm 120 endamên El-Şebabê kuştine.

Eş-Şebab di sala 2004an de li Somalîyê hat damezrandin. Rêxistin piranî li orte û başûrê welat fealîyetan dike û nêzê 10 hezarî endamên wê hene. (ÎLKHA)