Di bernameyê de êrîşên ku li hember HUDA PARê tên kirin hat pirsîn. Yapicioglu derbarê vê pirsê de got ku  hisabê wan kesên ku van êrîşan li dar dixin negirtîye û eleqe û teweccuha li hember HUDA PARê her ku diçe zêde dibe.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di bernameyeke televîzyonê a ku beşdarî bûbû de rojevê nirxand û pirsand bersivand.

Yapicioglu di bernameyê de destnîşan kir hinek alî bi zanebûnî êrîşî HUDA PARê dikin û derheqê HUDA PARê de tiştên nerast dibêjin û dûre weha got:

“Lê di encama van êrîş û gotinên nerast de tiştê ku qewimî û derket holê ev bû: HUDA PAR ji teref zêdetir însanî ve hat naskirin. Dîsa zêdetir însan bernameya HUDA PARê meraq kirin û li ser înternetê yek ji wan tiştên ku herî zêde lê hat gerîn bernameya partîyê ya HUDA PARê bû.

Hejmara wan kesên ku ji HUDA PARê hez kirin, destekê danê û hêna jî ew destekê didin gelek zêde bûn û însan bi hêvî bûn ku ew ê HUDA PARê feyde bide siyasetê.

Yapicioglu di berdewama nirxandina xwe de ragihand ku di navenda sîyaset û jîyana wan de bawerîya wan heye.

Yapicioglu weha zêde kir, “Em gelek zêde hewl û xîret dikin da ku siyaset, ticaret û muhabbeta me di daîreya meşrû de be. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin di navenda siyaset û jiyana me de bawerîya me heye.

Çi problem û derdê welat hebe tev yê me ye. Em gotinên pûç û betal nakin û gotinên me li hev digirin. Çareserîyên me ji bo probleman hene. Em li çar alîyên welat digerin û li sehayê ne û em çareserîyên probleman di sehaya sîyasî de tînin ziman.” (ÎLKHA)