Derheqê meseleyê de ji teref Wezareta Karên Hindir yê Mexrîbê ve daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama erdheja ku bi hêza 7an li herêma El-Huza Marakaşê pêk hat de hejmarê wefatîyan derket 2 hezar û 681an, hejmarê birîndaran jî derket 2 hezar û 501an.

Li Fasê di 8ê Îlonê de li herêma El-Huza bajara Marakeşê bi hêza 7an erdhejek rûdabû.

Erdheja ku pêk hat, li Rabata paytext û bajarên Kazablanka, Meknes, Agadir û Fesê jî hat hîskirin. (ÎLKHA)