Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser Xê de weha got, "Neşandina mafên me yên darayî yên ku di bûdceya federalî de hatine diyarkirin ji aliyê Bexdayê ve ew ê zirarê bide welatiyên me."

Barzanî dûre weha îfade kir, ‘’Neşandina mafê darayî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, baweriyê têk dide û destûr û rêkeftinan binpê dike.” (ÎLKHA)