Ji Artêşa Fîlîpînanê Timgeneral Marion Sison, di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir ku, li wîlayeta Boholê li ser îxbara xelkê li dijî îsyankarên Artêşa Xelk a Nû operasyon hat lidarxistin.

Sîson, di berdewama daxuyanîyê de îfade kir ku di encama pevçûnan de 6 îsyankar hatine kuştin, çend çek û cebilxane jî hatine bidestxistin. (ÎLKHA)