Qeza, li Çarrêya Kayadîbîya ser rêya Sêwas-Qeyserîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 38 AAT 036 a ku di bin îdareya T.D.de bû, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li barîyeran qelibî.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re harin rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)