Di civîna ku Alîkarê Serokwezîr Kubad Talabanî jî amade bû de meseleyên pirsgirêka bûdçeyê a di navbera Hewlêr û Bexdayê de û meseleya Kerkûkê hatin gotûbejkirin.

Sazîya ku bal kişand Hikumeta Herêma Kurdistanê di temînkirina meaş û mafên aborî ya memûr û xebatkaran de mesul e, nedayîna van mafan a Bexdayê jî ev rewşê dike nav endîşeyê.

Di qanûna bûdçeya Iraqê de para Herêma Kurdistanê tevahî 16 trilyon û 498 dînar hatîye diyarkirin. Li gorî vêya gerek her meh Bexda ji Herêma Kurdistanê re 1 trilyon û 375 dînar bişîne.

Encax hikumeta Iraqê, di civîna ku di 3yê Îlonê de lidarxistibû de, qerar girtibû ku ew ê ji bona mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê ji Herêma Kurdistanê re 500 milyar dînar bişîne. Bexda ji bo meha Tîrmeh û Tebaxê jî ji Herêma Kurdistanê re ti pereyek neşîyandibû.

Ji ber vê yekê Herêma Kurdistanê bang dike ku bira Hikumeta Iraqê heqê wan ê ku di qanûnê de heye bira bişîne. (ÎLKHA)