Hat îfadekirin ku bi tevî bahozê baraneke tund jî tesîrdar bû.

Li gorî medyaya welat li wîlayeta Rio Grande do Sulê 21, li wîlayeta Santa Catarinayê jî 1 kes canê xwe ji dest dan. Hat daxuyandin mirovekî yê ku canê xwe ji dest daye personelê lêgerîn û xelaskirinê ye.

Ji ber barîna barana zêde çem jî heta 20 metreyî rabûn, ji ber vê yekê lehî û rabûneke ava mezin pêk hat. (ÎLKHA)