Doh di seatên serê sibehê de li Kirklarelîyê baraneke tund barîye, barana ku barîya li bajaroka Îgneadayê bû sedema lehî û rabûna avê.

Ji ber lehîyê 2 kesan canê xwe ji dest dabûn, 4 kesan jî di avê de winda bûbûn.

Ji 4 kesên ku li Îgneadayê winda bûbûn, cesedê yekê dinê jî hat dîtin.

Bi tevî mirovê ku cesedê wî hat dîtin hejmarê mirîyan derket 3 kesan.

Ji bo 3 kesên winda jî bên dîtin xebat berdewam dikin. (ÎLKHA)