Yapicioglu, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir û di peyama xwe de weha got:

“Ez ji Xwedê Teala ji bo welatîyên me yên ku di lehîya Stenbol û Kirklarelîyê de wefat kirine daxwazîya rehmê dikim, ji malbat û xizneyên wan re sersaxî û sebrê daxwaz dikim.”

Yapiciogluyê ku ji bo welatîyên di felaketa lehî û rabûna avê de tesîrdar bûne re daxwazîyên xwe yên derbasîyê teqdîm kir weha got, “Daxwazîya me ya ji Xwedê ev e ku bira hejmarê mirîyan zêde nebe. Divê hemû tedbîrên di warê bicîhanîtina lazimatî û mexdûrîyetên di çarçoveya ewlehîya can û malê de ya welatîyan heta ku dereng nebe bira bê girtin.” (ÎLKHA)