Qeza, doh di derdorê seatên êvarê de li alîyê Yolkopruya rêya Çêrmûk-Erxenîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa rêwîyan a bi plaqeya 21 AAU 376 ya ku di bin îdareya Ramazan T. de bû û sefera Çêrmûk-Dîyarbekirê dikir, bi traktora ku navê şofêr û plaqeya wî nehat hînbûn re li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 4 jê zarok 15 kesan birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristîyê û cenderme hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Erxenîyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)