Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Geştyarî, Çandî û Enformasyonê ve hat belavkirin, hat destnîşankirin ku artêşa Somalîyê li herêma Galgaduudê li dijî El Şebabê operayonek lidarxistine.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 43 endamên rêkxistinê hatine kuştin û gelek endam jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku di operasyonê de 3 wesayît jî hatin îmhekirin û li herêma Şabellaya Navîn jî pêşîya êrîşeke dinê hat girtin. (ÎLKHA)