Seyît Kaçmazê ku doh di seatên êvarê de ji bona ku xwe hênik bike ket nav Çemê Dîcleyê, di demeke kurt de bi avê ve çû û winda bû.

Ji herêmê re ekîbên tenduristîyê, îtfaîyeya Şaredarîya Bajara Mezin a Dîyarbekirê, AFAD û ekîbên Xelaskirin Lêgerîn a Cendermeyê hatin sewqkirin.

Di encama xebatên ku di nav çem de hatibû destpêkirin de, 4 seat paşê laşê Kaçmaz hat dîtin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)