Serokê bajara Karamanê ya HUDA PARê Halîs Ozelçîyê ku piştî emeliyata dil rehmet kir, piştî merasîma cenazêyê hat definkirin.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Enrabê Şehzade Demîr, Serokê Bajara Enqereyê yê HUDA PARê Ahmet Karaarslan, Serokê Bajara Qonyayê Mehmet Zülfi Tan û endamên partiyê beşdarî merasîma cenaze bûn.

Piştî nimêja cenaze, Ozelçî li Goristana Kagicilar a Qonyayê hat definkirin.

Serokê Bajara Karamanê ya HUDA PARê Ozelçî piştî emeliyata dil 4 roj berê şiyar nebû û rakirin beşa lênihêrîna giran. Tevî hemû mudaxeleyan jî Ozelçî pêr li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)