Ji teref Miftîtîya Bajar ya Şirnexê ve ji bo xwendekarên ku di sala 2022-2023yan de hafiztîyê kirine û hafiztîya xwe dawîkirine re li Şirnexê merasîmek hat lidarxistin
Bernameya merasîmê a ji bo xwendekarên hafiz hat tertîpkirin bi xwendina Quranê dest pê kir.
Dûre bername bi îlahî, şiîr, slayt û leyîstikan berdewam kir.
Di bernameyê de Miftîyê Bajar Ahmet Dîlek derheqê muhîmtîya hafiztîyê de û fêmkirina Quranê de axavtinek kir.
Piştî axavtina Dîlek ji hafîzeyan re çend diyarî hatin dayîn. (ÎLKHA)