Serokê Komeleya Qesebên Êlihê Mehmet Alî Ruzgar, derheqê zêdebûna fîyetên goştê sor de ji ÎLKHAyê re axivî.

Ruzgarê ku diyar kir ji fîyetên goştê sor re  her roj 3-5 lîre zem tê, ragihand ku sedema herî mezin jî îxrackirina ji derveyên welat re ye.

Ruzgar bal kişand ku welatî li hember enflasyonê êdî nikarin goştê sor bixwin, divê zêdebûna fîyetan bi lez û bez bê sekinandin.

Ruzgar ragihand ku her roj bi rêyên qaçaxî ji sînorên Iraqê re tênê şîyandin, wî îddîa kir ku ji vê rewşê re jî çavên xwe digrin.

Ruzgar weha got, “Niha di qeseban de heqê goştê noginê derdorê 320 lîreyî ye, di marketan de jî 350 lîre ye. Goştê berxikê jî di navbea 215 û 230 lîreyî de tê firotan. Lê mehekî berê jî kîloya goştê berxikê 180 lîre bû. Ger ku ewakî here û dewlet vê rewşê nede sekinandinê ew ê fîyeta berxikê jî zêde bibe û heta 250-260 jî derkeve.”

Ger ku îthelkirin li herêmê bê belavkirin ew ê fîyet jî bikevin

Ruzgar di berdewama axavtina xwe de weha got, “Goştên ku tênê îthelkirin li bajarên rojavayê wek Stenbolê tênê belavkirin. Dema van goştan li welat wekhevî bê belavkirin ew ê ev pirsgirêk hinek çareser bibe.”

Ruzgar diyar kir ku tenê fîyeta goştê sor zêde nebûye goştê mirîşkê jî zêde bûye û dûre weha got:

“Niha fîyeta kîlokî baskên mirîşkê 130-140 lîreye. Daxwazîya me ya ji hikûmetê ev e ku bira pêşîya van zêdebûnan bigrin. Ger ku li Tirkîyê goşt kêm be bira îthel bikin lê bawerim ku goştê nav welat qîm dike. Bi tenê wan goştên ku bi qaçaxî ji welatên dinê re tênê şîyandin bên astengkirin ew ê van fîyetan zêde nebin.” (ÎLKHA)