Li Efrîkayê xirecir û rageşî her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Gabona ku welatê Afrîkaya Navîn e komek rayedarên leşkerî bi daxuyanîya ku belav kirin destnîşan kirin ew dest danîne li ser îdareyê.
Tê diyarkirin piştî daxuyanîya dest danîna li ser îdareyê li Lîbrevîla paytextê welêt şer û pevçûn dest pê kirin.
Koma leşkeran ên ku dest danîn li ser îdareyê û darbe kirin di qanala bi navê Gabon 24 de destnîşan kir ew temamê hêzên ewlehî û parastinê temsîl dikin.(ÎLKHA)