Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa gerê ya ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, li pişt Navenda Çandinî ya Taxa Susakliya Ahmet Keleşogluyê ji paş ve şimitî û ji rê derket û ket nav bexçeyekî malê.

Di encama qezayê de bi tevî şofêrê otobûsê 26 kesan birîndar bûn.

Hat hînbûn ji birîndaran 3 kesên wan yên ku ji Nexweşxaneya Dewleta Ermenekê re hatin rakirin rewşa wan giran e. (ÎLKHA)