Ji rayedarên mizgefta bajara Uppsala ya 70 kîlometre li bakurê Stockholmê ye re, bi kargoyê Quranên şewitandî hatin şîyandin.

Li gorî radyoya Sverigesa ku li Swêdê weşanê dike Serokê Komeleya Misilman a Mizgefta Uppsalayê Yaser Ebu Ceyşeh weha got, “Çend Quranên ku hatine şewitandin, ji mizgefta Uppsaşayê re, çend hebên wan jî ji bireveberîya mizgeftê re hatin şîyandin. Piranîyê wan jî ji edresên xanîyan re hatin şîyandin.”

Ceyşehê ku diyar kir li derdorê mizgeftê qemerayên ewlehîyê hene û ew lêkolîna bûyerê dikin.

Bi taybetî di ev havînê de, meqamên Swêdê, ji êrîşên li dijî Qurana Pîroz re pirî caran îzîn dan. Ev tewrê Swêdê ji teref Misilmanan ve bû sedema bertekan, lê berdewamkirina van êrîşan nîşan dide ku van bertekan kêm dimînin. (ÎLKHA)