Di daxuyanîya ku ji teref Artêşa Neteweyî ya Somalîyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku li nêzê Awdheegleya girêdayê herêma Şabelleyê li dijî El Şebabê operasyon hatîye lidarxistin.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ji operasyonê re hevparên navneteweyî jî alîkarîyê dane  û 27 mîlîtanên El Şebabê kuştine.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ew ê li herêmê operasyon berdewam bikin. (ÎLKHA)