Berdevkê Wezareta Parastin ya Emrîqayê Tuxgeneral Pat Ryde, di daxuyanîya ku derheqê mirina Prîgojînê de belav kir de diyar kir ku Emrîqa wisa difikire ku Prîgojîn hatîye kuştin û dûre weha got, “Nirxandinên me yên ewil a ku ji faktorên cuda pişt digre mihtemele ku ew hatîye kuştin.”

Ryde îfade kir ku, “derheqê avêtina fuzeyê de ti agahîyek di destê me de tineye.” Û derheqê di îhtîmala teqîna di nav balafirê de jî ti şîroveyek neda. (ÎLKHA)