Bûyer, li wîlayeta Iturîya li rojhilata Kongoyê pêk hat.

Li gorî medyaya welat lihevnekirina erdan ya di navbera 2 gundan de cardin derket holê.

Li ser mezinbûna nîqaşa ku pêk hat alîgiran çekan derxistin û gule li ser hev reşandin. Li gorî diyarîyên ewil di encama şerê çekdar yê ku pêk hat de 3 polêsên ku ji bo ewlehîyê li herêmê bûn û 9 sîvîl canê xwe ji dest dan.

Komarîya Demokratîk a Kongoyê, bi deh salan e bi pevçûnên çekdar re rûbirû dibe. Gengeşîya ku di navbera eşîrên Lendu û Hîmayê de li wîlayeta Iturîyê heye heta salên 1900an paşve diçe. Ji wê rojê heta îro dem bi dem di navbera herdu eşîran de pevçûn pêk tênê. (ÎLKHA)