Li gorî medyaya Swêdê Salvan Momîkayê welatîyê Iraqê, ji bona ku di nav 3 hefteyên li pêşîya me de Qurana Pîroz li Stockholm, Malmö û Örebroyê bişewitîne 12 caran serlêdanê polêsan kirîye.

Hat dîyarkirin ku van serlêdanan nû hatine kirin lê hêna jî meqamên Swêdê ji vê serlêdanê re onayê nedane. Polêsê Swêdê, ji êrîşên ewakî re, xwe li paş sefseteyên azadîya fikrê distirînin û berê vê serlêdanê jî çend caran îznê dabû. (ÎLKHA)