Bûyer, li herêma Darul Amana Kabîlê pêk hat.
Berdevkê polêsê Kabîlê Xalid Zadran diyar kir ku di encama teqîna ku di wesayîtê de pêk hat de 2 kesên ku di nav wesayîtê de bûn canê xwe ji dest dan, sîvîlekî yê ku di rê de derbas dibû jî birîndar bû.
Zadran, ragihand ku hêzên ewlehîyê ji bona ku failên bûyerê biqefêlin û teslîmê qanûnê bikin tehqîqatê dan destpêkirin. (ÎLKHA)