Yapicioglu li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî ji bo wefatîyan daxwazîya rehmê, ji birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn kir û ji bo malbatên wan jî sersaxîyê xest.

Di weşanê de Yapicioglu weha got, “Di qezaya xemgîn a ku li navçeya Sorgana Yozgatê pêk hat de ji bo birayên xwe yên ku wefat kirine ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji bo xizmên wan sersaxîyê dişînim û sebrê dixwazim, ji bo welatîyên me yên birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim.” (ÎLKHA)