Entab yek ji parêzgehên ku erdhejên ku navenda wê Mereşe lê bi bandor bûn bû. Ji bo avahiya 4 qatî ya ku li Bulvara Zanîngehê zirareke mezin dîtiye qerara hilweşandinê hat dayîn.
Di dema hilweşandina kontrolê de, avahî hilweşiya, operatorê kepçeyê di bin kavilan de ma.
Ekîbên îtfaiye û AFADê yên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, ji bo xelaskirina operatorê xebat dan destpêkirin. (ÎLKHA)