Qeza, di seatên êvarê de li alîyê Sîteya Senayîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûseke rêwîyan a bi plaqeya 10 AD 686 ku navê şofêrê wê nehat hînbûn û ji Wanê diçû Mêrsînê, ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li refûjê qelibî.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil  18 kesan canê xwe ji dest dan.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên polês û tendurîstîyê hatin sewqkirin. (ÎLKHA)