Ji teref Temsîlkarîya Çinarê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji ber 3yem salvegera wefata Fesîh Guler Xoce bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Bernameya bîranînê bi tîlaweta Quranê dest pê kir û piştî wê Serokê Bajara Diyarbekirê yê HUDA PARê Wedat Turgut derheqê heyat û şexsîyet û her wisa fedakarîya ku Fesîh Guler ji bo Îslamê kiriye de axavtinek kir.

Turgut di axavtina xwe de destnîşan kir, ew tov û bizrên ku Fesîh Guler Xoce û hevalên wî reşandibûn li temamê cîhanê şîn bûye û a niha li wan deran xizmet tê dayîn. Turgut dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi wesîleya Fesîh Guler  Xoce û hevalên wî bi hezaran însan Îslamê nas kir û bi sedhezaran însan bûn talibê rizaya Xwedê. Birayê me Fesîh Guler ‘fena-fîl îxwan fena-fîllah we fena-fîl cemaat’ hereket kir û ew xwedî şiûra ‘ger lazim be ez dikarim axreta xwe ji bo doz û birayên xwe feda bikim’ bû.  Fesîh Guler Xoce bi vê şiûr û nêrîna xwe ji bi hezaran însanan re bû mînak û rêber. Bi vê wesîlê doz û partîyeke ku mezin dibe û li derdorê belav dibe heye. Di dewreke wisa ya ku tê de însan tên xapandin, însan ji qible, îslam û Quranê tên dûrxistin de ev kom û însanên ku ji teref Fesîh Guler Xoce û hevalên wî ve hat derxistin ji bo temamê bûye hêvî. Ji ber vê yekê hêzên emperyal li ser axên me hesab û planan dikin û hewl didin însanê me ji Îslam û Quranê dûr bikin.”

Turgut di berdewama axavtina xwe de bang li wan xortên ku Fesîh Xoce ew perwerde kirine kir û got “Mesûlîyeta me mezin, barê me giran, wextê me teng û karên me zêde ne. A niha coxrafyaya Îslamê li benda we ye. Divê me di serî de xwe û nasên xwe bi terbîyeya Îslamê terbîye û perwerde bikin da ku em reçetaya xelasîyê karibin şanî xelqê xwe bidin.”(ÎLKHA)