Qeza li navçeya Patnosê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta ku şofêrê wê E.Î. bû li ser rêbeja Patnos-Adilcewazê ji kontrolê derket û gindirî newalê.

Di encama qezayê de 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn rewşa 2 birîndaran giran e.(ÎLKHA)