Li gorî daxuyanîya nivîskî ya ku li ser malpera Programa Xurekê ya Cîhanê yê Neteweyên Yekbûyî hat belavkirin ger ji bo xebat û fealîyetên li Yemenê fînansmanê lazim neyê dîtin ew ê problemên cîddî li Yemenê rû bidin û ji ber vê yekê ew ê ji naçarî di warê kirina alîkarîyê de hinek gavên nû bavêjin û ew ê xebatên xwe sînordar bikin.

Li gorî daxuyanîyê ew ê sînordarkirin ji dawîya Îlonê ve dest pê bike û ew ê gelek bername û fealîyetên li Yemenê ji vê yekê tesîrdar bibin.(ÎLKHA)