Duh danê sibê li herêma daristanî ya di navbera gundên Kuyular û Çukur ya navçeya Haniyê de ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Şewat bi tesîra bayê di demeke kurt de mezin bû.

Bi xeberdayînê re ekîbên Midûriyeta Rêveberiya Daristanê ya Diyarbekirê sewqî herêmê hatin kirin.

Helîkopterên leşkerî jî piştgirî dan xebatên vemirandina agir.

Piştî mudaxeleya hewayî û bejayî şewat hat kontrolkirin.

Hat diyarkirin ku di şewatê de 12 hektar erd zirar dît.

Li herêmê xebatên sarkirinê dewam dikin. (ÎLKHA)