Qeza, di seatê 13.30yan de li ser rêya Xursa navçeya Qosera Mêrdînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 47 ABB 349 a ku di bin îdareya Şukru Ornek de bû bi qamoyoneta bi plaqeya 47 DL 483 ya ku di bin îdareya Ramazan Ari de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de yek jê pîrek 4 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê  hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)