Doh di seatên êvarê de ji Tirbeya Şah Çeraxa ku li bajara Şîraza Îranê ye re êrîş hatibû kirin, hatibû belavkirin ku di êrîşêde 4 kesan canê xwe ji dest dabûn lê dûre jî hat îfadekirin ku di êrîşê de kesekî canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin di encama xebatên polêsa Îranê de 8 kes hatin binçavkirin, yên ku hatine binçavkirin jî biyanî ne û yê ku êrîşê kirîye jî welatê Tacikistanê ye.

Xeyn ji van agahîyan di televîzyona dewleta Îranê de hat daxuyandin ku DAÎŞ xwedî li êrîşê derketîye. (ÎLKHA)