Di daxuyanîya ku ji teref rayedarên gimrikê ve hat belavkirin de agahî hat belavkirin ku di encama lêkolîna ku li gimrikê hat kirin de 2 milyon û 242 hezar û 560 heb hebên tiryakê ên ku di nav qûtîyên beqleweyê de hatine veşartin hatin dîtin.

Hat îfadekirin ku derheqê bûyerê de 2 kes hatin binçavkirin, ji bo parastina civakî û aborîya welat ji hemû kesan re bang hat kirin û ji bona ragihandinê nimereya telefonê û edresa e maîlê hat belavkirin. (ÎLKHA)