Li gorî medyaya girêdayî rejîmê li Sûriyê, milîsên girêdayî eşîrên Ereb gelek mûşek avêtin qada gaza xwezayî ya Konîko, kêlgeha petrolê ya El Omer û baregehên hewayî yên El Şedadî yên ku di bin îşxala Emrîqayê de ne.

Dîdevanan li Dêrezorê ragihandin ku ewrek dûman a gûr ji aliyê Konîko ve ber bi esman ve bilind bûye. Hat diyarkirin ku li herêmê dengê ambulansê hatiye bihîstin û helîkopterek jî li herêmê digere.

Derbarê ziyanên canî û madî de heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Piştî êrîşê, milîsên ser bi eşîra ereban daxuyaniyek da û ragihand, heta ku tevahiya xaka Sûriyê ji îşxalkeran were paqijkirin ew ê li ku derê baregehên Emrîqayê hebin dê hedefgirtina wan bidomînin.

Ji sala 2015an vir ve, Emrîqayê 9 baregehên leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê ava kirine, ku ya herî mezin li Tel Beydar e ku li bakurê navenda îdarî ya Hesekê ye.

Rejîma Şamê hebûna Amerîkayê li Sûriyê weke îşxalkerî bi nav dike û tê gotin ku çavkaniyên herêmê yên wekî petrol û gaza xwezayî her tim tên dizîn. (ÎLKHA)