Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Pakistanê de hat destnîşankirin ku Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf û serokê muxalefeta sereke Raja Riaz ji bo diyarkirina serokwezîrê nû li paytext Îslamabadê li hev civiyan. .

Senatorê Partiya Gel a Belûcistanê (BAP) Enwaarul Hak Kakar di encama hevdîtinên ku di navbera her du serokan de hat kirin de Hak Kakar, di hikûmeta demkî de wek serokwezîr hat tayînkirin.

Hat ragihandin ku Serokkomarê Pakistanê Arif Alvî ev tayînê erê kir.

Hak Kakar ew ê heta hilbijartinên giştî yên ku di meha Adara sala hatî de bên kirin dê bibe serokwezîrê Pakistanê. (ÎLKHA)