Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin li taxa Karataşê ya navçeyê ji ber sedemeke ku nayê zanîn di zeviya genim de şewat derket.

Destpêkê xwediyê zeviyan û şêniyên gund midaxaleyî şewata ku bi bandora bayê zêde bû, kirin.

Li ser xeberdayînê ji cîhê şewatê re ekîbên îtfaiye hatin sewqkirin. Gundiyan bi traktorên xwe piştgirî dan şewatê û ekîbên îtfaîyeyê jî mudaxeleyî şewatê kirin.

Şewat bi qasî saetekê hat kontrolkirin û hat vemirandin.

Sedema şewatê tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)