Midurê Ewlehî ya Wîlayeta Sistan-Belucistanê General Dustali Celîlîyan, di daxuyanîya ku ji çapemenîyê re belav kir de weha got, “Li bajara Çapaxanê li dijî şikdarên ku hatine tespîtkirin bazirganîya çekan a neqanûnî dikin operasyon hat lidarxistin.”
Celîlîyan dû re weha got, “Di operasyona ku hat tespîtkirin 5 şikdar di nav xanîyekî de ne de, 50 çek, 3 tivingên seydê û 99 şarjor hatin bidestxistin.”
Wîlayeta Sistan-Belucistana ku li başûrê Îranê ye, cîranê sînora Efxenistan û Pakistanê re. (ÎLKHA)