Bûyer, li gundê Yenîcekaleya navçeya Şakîkaraagaçê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbera H.T (70) û eqrebeyên wî yên ku navbera wan de neyartî hebûye de gengeşî derket.

Di bûyera ku di demeke kurt de pêk hat de H.T. bi tivingê kurên xinamîyên xwe O.K(36), İ.K(39), A.K(36) û zavê xinamîyê xwe B.D. (46) kuşt.

Piştî cînayetê H.T. çû Fermandarîya Cenderme ya Navçeya Gelendostê teslîm bû.

Serdozgerîya Gelendost û Şarkîkaraagaçê derheqê bûyerê de tehqîqat dan destpêkirin. (ÎLKHA)