Li gorî daneyên AFADê li navçeya Hênêya Dîyarbekirê di seat 15.25an de erdehejek hat qeydkirin.

Hat îfadekirin ku mezinahîya erdhejê 4,5 hatîye pîvandin û 16 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.

Erdhej, li bajar û navçeyên derdorê jî hat hîskirin.

Piştî erdhejê heta niha ti xerabîyek nehat diyarkirin. (ÎLKHA)