Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaranê ku li Rihaya herêma erdhejê xebatan lêkolîn kir û derheqê rewşa erdhejzedeyan de agahîyan girt, îfade kir ku xebat didomin.

Kurtaranê ku destnîşan kir heta ku birînên erdhejzedeyan bên dermankirin ew ê xebatên xwe bidomînin, wî ji rayedarê Karwana Hêvîyê ya Rihayê Mahmut Çelîk derheqê xebatan de agahîyan girt.

Kurtaran weha got, “Em zîyaretên me yên wek Karwana Hêvîyê li herêmên erdhejê ji bona xebatên ku tên kirin di cîhê wê de bibînin didomînin. Em hatin Rihayê û li vê derê zîyaretan kir, Riha jî ji erdheja 6ê Sibatê tesîrdar bûbû û dûre jî lehîyeke ciddî pêk hatibû. Em jî li vê derê alîkarîyan dikin, malbatan tespît dikin, lazimatîyên wan çine dinhêrin û li gorî wê xebatên xwe didomînin. Em ê jî beşdarî xebatên wan bibin. Xwedê ji xêrxwazên me razî bibe. Karwana Hêvîyê ya Rihayê barê ku li ser milê wî dikeve bi şekleke herî xweşik cîh tîne, alîkarîyên ku ji xêrxwazan tênê jî ji hewcedaran re tên gihaştin. Xwedê ji wan razî be.” (ÎLKHA)